Li bakûrê Kurdistanê kampanyaya perwerdeya bi Kurdî mezin dibe

Kampanyaya bo perwerdeya bi zimanê Kurdî li bakûrê Kurdistanê belav dibe.
Li Tirkiyeyê bi destpêkirine serdema perwerdehiyê ya 2008-2009`an gelê kurd ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî meş û mîtîngan li dar dixe. Îro ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî li Gever, Silopî û Misircê meş têne lidarxistin. Her wiha li Nisêbînê jî mîtîng tê lidarxistin. Partî, rêxistin û saziyên kurdan dibêjin divê hemû kes li zimanê xwe xwedî derkeve û li hemberî pêkutî û qedexeyên li ser zimanê kurdî bêjin Êdî bes e.

YJA’yê banga beşdariya mitîngan kir

Koordînasyona Yekitiya Jinên Azad (YJA) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser zextên li ser çand û zimanê kurdî. YJA’yê daxuyand ku di vê serdemê de hê jî kurd ji mafê perwerdeya zimanê zikmakî bêpar in û ji ber axaftina kurdî rastî cezayan tên. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li hemberî siyaseta înkarê bi pêşengiya TZPKurdî derketina gelê kurd a qadan watedar e banga beşderiya çalakiyan û destekdayina hewldanên TZPKurdî hate kirin

Em bang li tevahiya kadro, sazî û xabatkarên YJA jî dikin ku di vê kampanyayê de cihekî çalak bigirin

Ji bo mitîngê serlêdan hate kirin

Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Ferhat Bayindir di dema daxuyaniyê de axaftinek kir û banga tevlîbûnê li gel kir. Piştî daxuyaniyê, Komîteya Amedekar a Mitîngê çû Midûriyeta Ewlehiya Êlihê û ji bo mitîngê serlêdana destûrê kir. Mitîng dê di 10'ê îlonê saet di navbera 13.00 û 18.00'an de li ber Mala Gel a Musa Anter pêk bê.

'Li malên xwe bi kurdî biaxivin'

Serokê Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Seyhanê Mehmet Nardan: Em gerek bizanibin ku ev şer û ev xebat ji bo zimanê kurdî ye. Ziman tunebe, gel jî tuneye. Ji ber ku ziman zimanê dayikan e. Lazim e em ji îro pê ve her dem bi kurdî biaxivin û tirkî qedexe bikin. Gerek em hertim li zimanê xwe xwedî derkevin. Li Kurdîstana Başûr niha tenê Soranî kirine zimanê fermî. Ev tiştekî çewt e. Ji ber ku zimanê me yê tevahî, kurdî ye. Em têkoşîna ji bo zimanê kurdî bibe fermî didin. Bila her kes li mala xwe û li derdora xwe xebatên perwerdehiya zimanê kurdî bikin.

Li Amedê meş

Zarokên li atolyeyên di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle-Firatê de perwerdehiyê dibînin, di çarçoveya kampanyaya ‘Em perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin’ de bi malbatên xwe re bi slogana ‘Zimanê me çand, rûmet û muzîka me ye’ meşiyan.

Zarokên ku di bin banê Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle-Firatê de di xebatên koroya zarokan, şano û folklorê de cih digirin, ji bo piştgiriya kampanyaya ji aliyê TZPKurdî ve bi slogna ‘Em perwerdehiya zimanê dayikê dixwazin’ hatiye destpêkirin, îro bi malbatên xwe re ji ber Dîcle-Firatê heta Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Amedê meşiyan. Di meşa ku Parlamentera DTP’ê ya Amedê Gulten Kişanak, Serokê DTP’ê ya Amedê Nejdet Atalay, xebatkarên Dîcle-Firatê û nêzî sed zarokan amade bûn de, sloganên “Zimanê me çanda me ye”, “Zimanê me rûmeta me ye”, “Zimanê me muzîka me ye” hatin avêtin. Di meşa ku zarok bi kincên herêmî beşdar bûn de dovîza ‘Em perwerdehiya zimanê dayîkê dixwazin’ hate rakirin. Di dema meşê de tedbîrên ewlekariyê hatin girtin. Polîsan destûr neda ku zarok li ber Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî daxuyaniyê bidin. Li ser vê yekê zarokan, li ber Cemiyeta Rojnamevanên Bajûrê Rojhilat daxuyanî dan çapemeniyê.

Em tune bûnê qebûl nakin

Endama Koroya Zarokan a Dîcle-Firatê Guldan Tayik ku bi kurdî daxuyanî da, diyar kir ku têkoşîna wan di çarçoveya ziman û nasnameyê de ji bo azadiya civakê ye. Tayik, derbirî ku bi vebûna dibistanan re dîsa wekî her dem zimanê wan bi polîtîkayên tunekirinê re rû bi rû ye û wiha dom kir: “Polîtîkayên asîmîlasyonê yên tên zanîn wê dom bikin. Ev yek jî di serî de ji bo tunehesibandina çand û dîroka me ye. Wekî zarokên kurd em dê li hemberî van polîtîkayan bêdeng nemînin. Her dem û li her deverê li hemberî asîmîlasyonê em dê bi hemû hêza xwe têkoşînê bidin.”

Tayik ku di destpêka sala nû ya perwerdehî û hîndekariyê de daxwazên zarokên kurd anî ziman, wiha pê de çû: “Em perwerdehiya zimanê dayîkê dixwazin. Em di nava pirtûkan de pirtûkên çîrokan ên bi kurdî hatine nivîsîn jî dixwazin. Em dixwazin bi zimanê xwe hînî çand û dîroka xwe bibin. Em dixwazin stranên kurdî bêjin.” Daxuyanî bi strana kurdî ya Koroya Zarokan a Dîcle-Firatê bi dawî bû..

NAVEROK