Derbarê NPKH


NAVENDA PÊŞXISTINA ÇAND, PERWERDE Û ZANISTA KURDÎ YA HAWAR (NPKH)

HAWAR KÜRT KÜLTÜR, EĞİTİM VE BİLİM GELİŞTİRME MERKEZİ

HAWAR KURDISH CULTURE, EDUCATION AND SCIENCE DEVELEOPMENT CENTER



Armancên NPKH ewin;

- Pêşxistin û berfirehtir kirina zimanê Kurdî. Fêr kirina zimanê Kurdî. Pêşketina zimanê kurdî wek warên kompîtergerî, bernamesazî, belge û dokumanên navneteweyî û di nava hilberînên bazara cîhanê bi taybetî yên elektronîk.

- Vekirina dibistanên ji destpêkê heta zaningehê ser xêza Kurdewarî û bingeha pêşketin û modernizasyona Kurdistanî. Pêşxistina perwerdeyê.

- Pêşxistin û parastina çand û hûnera Kurdî û pêkanîna lêkolînên zanistî ser wan mijaran.

- Bilind kirina hîşmediya Kurdbûnê û bilind kirina asta kulturî û zanistî ya civaka Kurd.

- Di warê perwerdeyê de alîkarî dayina sazî û dezgehên li kurdistanê bi taybetî Hikumeta Kurdistanê.

- Pêşxistina zanistê li Kurdistanê û pêşxistina hilberîna zanistî ser bingeha Kurdî.

- Alîkarî dayina perwerdeya ciwanên Kurd.

- Afirandina nifşên nû ser bingeha Kurdewarî, pêşketî, hemdem, zana, zîrek, bihêz, ji hebûn û eslê xwe haydar ku di birêvebirin û pêşxistin û bihêz kirina Kurdistanê li Kurdistanê û gihandina navê Kurdistanê û pêşxistina hêza Kurdistanê di qada navnetweyî de.

- Bo wan hemû armancan pêkanîna panel, ragihandin, meş, kampanya, qurs, konser, festîval, weşan û çalakiyan. Vekirina dibistan, navendên çandî, sosyal, spor, pirtûkxane, tenduristî û mizgeftan.

NAVEROK