Ziman û hişmendî

Wekî ku tê zanîn, berê bi zimanê tirkî axaftin ji bo kurdan eybek giran û nîşana sosretiyê bû.




MUSTAFA BORAK

Wekî ku tê zanîn, berê bi zimanê tirkî axaftin ji bo kurdan eybek giran û nîşana sosretiyê bû. Bi xwezayî vê yekê an jî vê helwestê jî zimanê kurdî diparast. Jixwe tevgera azadiya kurd a dawî jî bi vê derfetê ji xwe re zemînek dît û li ser wê bilind bû.
Lê mixabin ji ber şert û mercên wê demê ku girîngiya ziman zêde nedihate zanîn, di hêla din de zimanê kurdî jî ji ber qedexeyê û ji ber zilm û zora serdestan zêde pêş ve neçûbû. Ev yek jî di destpêkê de bû sedema destpêkek çewt. Îro jî em tengasî û xeteriya wê yekê zêde zêde dikişînin. Siyasetmedar û saziyên kurdan hê jî di qelsî û neyîniya vê de ne.
Di dîroka bakûrê welat de û bi taybetî jî di dîroka tevgera azadiya gelê kurd de heya niha kesî zêde guh nedaye çand û zimanê kurdî. Rêxistinên ku hinekî qala ziman kirine jî sist, bê bawer, bê xîret û bê encam mane. Jixwe heke ku bikarbûna tiştek zêde biafirandana niha bi hezaran hilberînên ziman wêje û çandî hebûn. Niha bi milyonan xwendevanên zimanê kurdî hebûn. Niha ew çend pirtûkên kurdî yên heyî jî wisa bêxweyî, bê xwendevan û bê bazar nediman. Niha nivîskar û hunermendên kurd jî ew qasî bê rûmet û bê eleqe nedibûn. Niha medyaya kurdî jî di radeyek din de û di nav ya cîhanê de cihekî bilind digirt.
Cara yekemîn e ku tevgera azadiya gelê kurd, ji bo ziman û perwerdehiyê tevger û saziyek wiha bingehîn û bergehdar avakiriye. Ev tiştekî pir baş e û pir pîroz e. Lê di heman demê de gaveke pir dereng mayî ye. Hê gelek kes û rêxistin tênagihêjin ku pirsgirêka kurdan dawiya dawî tê li ser argûmana ziman disekine. Di van şert û şirûtên dawî de ev yek bê şik xwe dide pêş. Lê mixabin rêveber û rêxistinên kurdan hê jî naxwazin vê yekê bibînin.
Bi dîtina min, divê herî dereng di dawiya salên 80’yî an jî di serê salên 90’î de perwerdeya şoreşê bibûya zimanê kurdî. Divê ji bo zimanê zikmakî bi awayekî navendî xebatên zanyarî bihata kirin. Lê dereng ma. Tevgera azadiya gelê kurd û alîgirên wê, zimanê kurdî na lê yê tirkî pêş ve birin. Piştî ew qas salan dîsa jî di sala 2005’an de cara yekemîn ji bo zimanê kurdî bi navê TZPKurdî saziyek hate damezirandin. Piştî wê jî sala 2006’an de li Tirkiyeyê bi navê Kurdî Der komeleyên ziman hatin avakirin. Îro 14 heb komeleyên bi navê Kurdî Der’ ê hene. Lê mixabin ev hejmar û ev ast pir kêm e. Em bawer in ku dê ev saziyên me pir pir zêde bibin. Pêwist e wisa zêdebibin ku ne li bajar û navçeyan, heya li taxan jî ev dezgeh bêne avakirin û xurtkirin. Ev yek helwestek an jî hewldanek pir di cih de ye. Wer tê xuyan ku em ê rêyek ne hindik biqedînin.
Ya herî balkêş ew e ku hê jî di hişmendî û mantalîta gelek xebatkar û rêvebirên meyên saziyan de cidiyeta ziman û bandora wê hê jî baş nehatiye fêm nekirin. Hê îro jî hinek hevalên rêveber ku di nav de yên herî berpirsyar jî henin, gelek caran li ser xebatên ziman zêde nasekinin. Ev yek jî xebatên ziman paş ve dixin. Ew kesane bi xwe ji zimanê xwe re rûmetê nîşan nadin û bi tirkî tevdigerin. Mixabin gelek ji wan bi kurdî dizanin jî lê dîsa jî bi kar naynin. Yên ku nizanin jî nakevin nav hewldanên hînbûnê. Bi kurtasî di sêrî de gelek xebatkarên saziyên kurdan hê jî tevgera ziman girîng nagirin û rûmeteke cidî nadinê. Elbet sedema vê yekê jî dîsa pêkanîna asîmîlasyon û otoasîmîlasyona serdestan e. Serdest, bi plan û bernameyên dem dirêj dixwazin kurdan ji postê wan, ji esil û esasê wan, ji binyad û koka wan, ji edet û toreyên wan, ji ruh û zimanê wan dûrbixin.
Di pêşveçûn û geşedana zimanê kurdî de dîsa jî bi alîkariya tevgera azadî nehindik rê hatiye hildan. Lê hê jî sazî û dezgehên kurdan û rêveberên van sazî û dezgehan zêde guh nadin ziman û tênagihêjin ku bê bandora wê çi qasî mezin e.
Îro TZPKurdî, li ser saziyên mîna Kurdî Der, Enstutiyên Kurdî û yên wekî wê wekî platform û konfederasyonê kar dike. TZPKurdî û saziyên di bin banê wê de ne, bi taybetî li ser sê bingehan xebatên xwe didin meşandin:
1- Lêkolîn û lêgerîn. (Amadekirina materyalên dersên kurdî, gramer, ferheng û hwd.)
2- Perwerdehî. (Pêşvebirina perwerdehî û hîndekariya ziman û bi taybetî jî gîhandina mamosteyên zimanê kurdî.)
3- Hişmendî. (Li hember bişavtin, asîmîlasyon, xwebişavtinê otoasîmîlasyonê, li hember tunekirin û bê kesayetiyê bixwebawerbûn afirandin û ji bo hebûna xwe ya neteweyî têkoşîn meşandin.) Ji van xalan ya herî girîng û bingehîn hişmendî ye. Divê em hinekî vê xalê vekin:
Berî her tiştî divê em vê bibêjin ku bişavtin ango asîmîlasyon, tecawiza kesayetiyê ye û navgîna tunekirina mirovan e. Bi bişavtinê ve bixwebawerbûna mirov tê şikandin. Mirov ji esil û esasê xwe, ji ziman û çanda xwe dûr dikeve û biyanî dibe. Rewşa xwe hebûna xwe naecibîne û xwe kêm dibîne. Her çi qas mirov vê yekê bi awayekî aşkera nebêjin jî lê di karwaniya xwe de dikevin rewşek wisa. Bi vî awayî xwe dişibînin serdestên xwe, bi zimanê kujerên xwe diaxêvin.
Îro dewletên ku gelê kurd xistine bin bandora xwe çi ji destê wan tên dikin. Tunekirin, înkar û bişavtin berdewam e. Di vê derbarê de serdest ew qas pêş de çûne ku êdî bişavtin derketiye radeya xwebişavtinê (otoasîmîlasyon). Yanê êdî hewcedariya tu dijminî nemaye. Êdî kurd xwe bi xwe bi destê xwe dibişêvin. Jixwe armanca dijmin ya herî mezin jî ev e. Ji ber wê em dibêjin heta ku zimanê kurdî nekeve nav sîstem û perwerdeya fermî ya dewletê ji asîmîlasyonê xilas nabe.
Gelo serdest çima wisa zêde li ser tunebûn û windakirina ziman disekinin? Çima bi wan dibistanên leylî (YÎBO) ve zarok ji hembêza dayikan tên qetandin û bi marş û sondên bi tirkî ve têne mezinkirin.
Ji ber van sedeman hê jî gelek xebatkar û rêveberên saziyên me girîngiya ziman baş fêmnekirine û hişmendiya asîmlasyon û otoasîmîlasyonê di nav wan de jî nehatiye şikandin. Divê bi taybetî siyasetmedar û pêşengên kurdan baş bizanibin ku heke pêşiya vê bişavtin û xwebişavtinê neyê girtin, dibe ku di nava çil pêncî salan de, rewş xeternak be ku veger jî êdî ne mimkun be. Ji bo wê jî kes nikare bêje xebata ji bo ziman bila bimîne piştî azadiyê.
Di vî derbarî de zimanzan û fîlozofên alman wiha dibêjin: “Bi windabûna ziman re, zû an jî dereng doz û dewa neteweyî jî koça xwe bar dike” Rewşa kurdan ya li hemberî ziman Em ji bîr nekin ku ji 10 hezar zimanan tenê hezar û şesed ziman mane û ji wan jî gelek di bin xeteriyê de ne. Ziman, hêmanek civakî ye. Xerc û kilsa avahiya civakekê ye. Ziman, çîmentoya şaristaniyê ye, arşîva huner û çanda mirovahiyê ye. Bi awayekî zanyarî hatiye çespandin ku ziman wekî mêjiyê duyemîn li ser jiyana mirov bandorê dike.
Divê em ji bîr nekin ku mafê mirovan yê herî mezin û yekemîn mafê jiyanê ye, yê duyemîn jî mafê bi zimanê dayikê perwerdehî ye.
UNESCO ji ber vê yekê girîngiya perwerdehiya zimanê zikmakî destnîşandike û dide xuyandin ku heke zarok bi zimanê dayika xwe perwerde nebin, hevsengiya wan xwerabûyî, ruh û giyana wan herimî, psîkolojiya wan seqet û di gelek hêlan de kêm dibin. Li gorî lêkolînên UNESCO yê zimanê kurdî jî din van zimanên xeter de ye.
Şerê serxwebûna neteweyan, bi taybetî girêdayî parastin û xwedîderketina zimên e. Heta tevgerên azadiyê û rêberên wan rûmeteke mezin nedin zimên û ji xwe re nekin rêçik û zagonek bingehîn, dê aliyekî doz û têkoşînê nîvco bimîne û ev kêmasî dê di pêşerojê de bibe sedem û bingeha êş û birînên xeternak. Roj bi roj di nav nifşa nû de tirkî dibe hakim. Nifşa nû ji ziman û eslê xwe, ji netewetiya xwe dûr dikeve.
Welatparêzên kurd ji bo doza kurd fedakariyên mezin kirine, bedelên pir mezin dane, lê mixabin ji bo zimanê xwe naxwazin ked û demek biçûk veqetînin, zimanê xwe biaxivin, hîn bibin, an jî pêş ve bibin. Ji bo ku zimanê xwe hîn nebin, gelek hincet û mehneyan diafirînin.
Her çiqas jina kurd heya niha wek kelayek qewîn çand û ziman parastî be jî, lê mixabin îro dê pêdivî û peywira xwe zêde bi cih nayne. Bi taybetî jî jinên ku di partiyên siyasî de cih digirin zêdetir bi tirkî diaxivin. Mixabin di girtîgehan de her çi qas derfetên hînbûna zimanê kurdî hebe jî, lê ew bi zimanê tirkî perwerdehiyê dibînin û jiyan dikin.
Rewşa kurdên li metropolên tirkiyeyê û yên Ewropayê jî xerabtir e. Ew jî di malbata xwe de jî zêde kurdî napeyîvin. Li gorî lêgerîneka ku xwendekarên zanîngehê pêkanîne: Yên ku zimanê kurdî na lê yê tirkî diaxivin zêdetirên wan kesên welatparêz in. Lê li gel van neyîniyan erêniyên ku dilê me geş dikin jî henin. Berî her tiştî bi taybetî xwendekarên zanîngehan bal û daxwazek ji bo zimanê kurdî nîşan didin. Hindik be jî, mamosteyên têne gihandinê zêdetirên wan xwendekarên zanîngehê ne û ciwan in. Ev jî ne hêviyek hindik e. Roj bi roj pirtûk, kovar û rojnameyên bi kurdî derdikevin, navend û enstîtuyên kurdî vedibin. Hejmara malperên kurdî gîhane hezaran.
Dîsa şayanî hêvî û pesnê ye ku nivîskar û wêjewanên nû bi taybetî jî yên ciwan her roj zêde dibin. Ev yek dilê me yî şewitî hinekî hênik dike.
Di vê derbarê de bi taybetî cihên ku şaredariyên demokrat û kurdîhez hene, divê li her derê di taxan û navçeyan de kampanyayên zimanê dayikê wekî şahî û pêşbaziyan bidin meşandin. Îro doza ziman ji bo kurdan bûye doza hebûn û tunebûnê.
Em careke din dibêjin: “Bi kurdî axaftin helwestek e!”

10

NAVEROK