Kurd ji bo zimanê Kurdî li kolanan bûn, dewleta Tirk jî li pêy qedexeyên nû

Di roja ziman de daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî derket pêş.

Li Stenbol, Wan, Gimgim, Colemêrg, Amed, Qers, Semsûr û Elbakê, bi boneya Roja Zimanê Dayikê daxuyanî û meş hatin lidarxistin. Di meş û daxuyaniyên ziman de daxwaza perwerdehiya ziman hate xwestin.




Bi hezaran Amedî ji bo zimanê dayikê meşiyan



Tevgera Ziman û Perwerdehiya Zimanê Kurdî (TZPKurdî) bi mebesta 21'ê Sibatê Rojana Ziman a Cîhanê li Amedê, ji ber avahiyê KURDÎ-DER'ê heta parka Koşuyoluyê meşeke girseyî pêk anî. Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê li ber parka Koşuyoluyê daxuyaniyek da çapemeniyê û got: "Têkoşîna me ji bo vê yekê ye û heta ku em van mafên xwe yên rewa û demokratîk bi dest bixin ew ê bidome. Bi van bîr û baweriyan em Roja Zimanê Dayikê û Sala Wekheviya Çand û Zimanan li hemû mirovên azadîxwaz pîroz dikin." Li parkê dersa metamatîkê ya bi kurdî hate dayîn.



TZPKurdî, xwest 21'ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanê Roja Serhildana Zimanê Kurdî bê îlankirin

Endamên Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), bi boneya mafên kêmaran biparêzin di 21'ê Sibata 2000'an de wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kir.


21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îsal dê di 10'emîn salvegera xwe de bê pîrozkirin. Piştî UNESCO’yê biryar da ji sala 2000'an heta niha li gelek deverên cîhanê tê pîrozkirin. Li gorî rapor û belgeyên UNESCO’yê niha li cîhanê ji 6 hezar zimanî 199 tê axaftin. 178 ziman jî wekî zimanê 10-50 kesan tê axaftin. 2 hezar û 500 ziman jî bi windabûnê re rû bi rû ne. Li gorî rapora UNESCO’yê ya sala par a bi navê "Atlasa Zimanên di bin qetereyê de" li Tirkiyeyê 15 zimanên wekî Abazayî, Hemşinî, Lazî, Pontus Yunanî, Çingenî, Suryanî û hwd. di bin qetereyê dene. Li gorî rapora ethnologue.com jî zimanên ku li Tirkiyeyê tên axaftin, li gel tirkî û kurdî 36 ziman tên axaftin.

Qarneya zimanê zikmakî li Tirkiyeyê wekî par îsal jî qels û lawaz bû. Ji ber ku li Tirkiyeyê nav û starên kurdî qedexe ne, hunermend ji ber stranên kurdî tên girtin, siyasetmedarên bi kurdî diaxivin rastî cezayan tên, pirtûk û rojnameyên kurdî naxin girtîgehan, meala quranê bi kurdî li mizefantan tê qedexekirin. Her wiha par TRT-3’yê ji ber ku Hevserokê DTP'a hate girtin Ahmet Turk ji ber roja zimanê zikmakî li Parlamentoyê bi kurdî axivî weşana zindî qut kir notê qarneya ziman a Tirkiyeyê kêm xist.

Tirkiye bûye goristana zimanan


BDP’ê bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser ziman zext tên meşandin û li Tirkiyeyê polîtîkayên pişaftinê didomin û Kurdî Derê xwest ku parlamenter bi kurdî biaxivin

Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak bi wesîleya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, daxuyaniyeke dan û bal kişandin ser zextên li ser zimanê kurdî. Demîrtaş û Kişanak gotinên Erdogan ên wekî 'pişaftin sûcê mirovahiyê ye' bi bîr xistin û gotin ku polîtîkayên pişaftinê, li Tirkiyeyê her didomin.


Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî dan çapemeniyê û Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li hemû gelan pîroz kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev roj ji bo hemû gelên rastî zext û zilmê hatine rojeke dîrokî ye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Îro, wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê hatiye qebûlkirin. Di vê biryarê de roleke girîng a têkoşîna gelê Bangladeşê ya ji bo ziman heye. Di 21'ê sibata 1952'yan de, li ser banga Komîteya Çalakiyên Ziman a Bangladeşê gelek çalakî pêk hatin û UNESCO'yê jî ji bo bîranîna vê têkoşîna dîrokê, 21'ê Sibatê wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê qebûl kir."


‘Bila wekîl bi kurdî bi axivin’

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanê Navenda Giştî ya KURDÎ-DER'ê ziyaret kir. Demîrtaş û heyeta BDP'ê ji aliyê rêveberên KURDÎ-DER'ê ve hatin pêşwazîkirin. Demîrtaş, diyar kir ku ew girîngiyê didin xebatên KURDÎ-DER'ê yên ji bo ziman û wiha got: "Xebatên KURDÎ-DER'ê ên li dijî bişaftina ziman ji bo me gelek girîn in. Ger ku qadên perwerdehiyê jî bên vekirin dê baştir bibe. Divê ziman di qada huner, çand, wêje û siyasetê de jî bê bikar anîn. Demîrtaş, Roja Ziman a Cîhanê li kurda pîroz kir û serkeftin ji xebatên KURDÎ-DER'ê re xwest. Piştre Berdevka TZPKurdî Hatîce Şen xwest kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Şen, ji Demîrtaş xwest wekî wekîlên gelê herêmê ew jî bu kurdî bi axvin û wiha got: "Divê hûn û wekîlên gel tev bi kurdî bi axivin."



FKKS: Divê şiyara me bi zimanê Kurdî perwerde be

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS), bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî daxuyanîyeke wiha belav kir:

“Roja Zimanê Zikmakî” ji aliyê Rêxistina Yekîtiya Miletan ya Perwerdê, Zanyarî û Çandê (ÛNESCO) ve di 17ê Mijdara 1999ê de wekê roja makzimanan hat qebûlkirin û cara yekem di 21ê Sibata 2000î de hat pîrozkirin. Û ji wê tarîxê vir ve êdî bûye tradisyoneke navneteweyî û li seranserî cîhanê wek rojeke makzimanan tê pîroz kirin.

21ê Sibatê herweha ji aliyê Netewên Yekbûyî(NY) wek rojeke dijî kolonyalîzmê hatiye qebûlkirin û di vê rojê de kolonyalîzm tê şermezar kirin.


Ev herdû roj jî ji bona kurdan bi wate ne. Welatê Kurdan, Kurdistan hîn jî kolonî ye û miletê kurd di bin nîrê Tirkiyeyê, Îran û Sûriyeyê de ji hemû mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bê par in. Zimanê kurdî di bin sîstema kolonî ya van dewletên serdest de hin bi fermî nahê qebûlkirin û di sîstema perwerdeya van dewletan de ciyê xwe wernegirtiye.


Li Tirkiyeyê herçiqas di çerçweya berendambûna Yekîtiya Ewrûpayê de hin gav hatine avêtin jî (wek TRT Şeş) lê hukmet û dewleta Tirk bi israr li dij e ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Hukmeta AKPê herçiqas bi navê ”Vebûna kurd”� dest bi pêvajoyekê kiriye jî lê di nav planên wê de ji bona ku zimanê kurdî bibe zimanekî perwerdeyê cî nagire û ev di rapora xwe de jî eşkere kiriye.

FKKS bangî dewletên serdest yên kurd di bin nîrê wan de ne dike ku ew hebûn û nasnameya kurdan bi fermî qebûlbikin û zimanê kurdî resmî bibe zimanê perwerdeyê. Herweha FKKS daxwaz li hevwelatiyan dike ku di 21ê Sibatê di roja navneteweyî ya zimanê zikmakî de ew zêdetir xwedî li zimanê xwe derkevin û şiyarên; “Zimanê me hebûna me ye!” û “bi zimanê Kurdî perwerde“ bilind bikin.

Bo standa kurdî eleqe

Li Tirkiyeyê, Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Zimanê Kurdî (Kurdi-Der) Şaxa Wanê, di çarçoveya çalakiyên “21’ê Reşemî Roja Makezimanê yê Cîhanî” de stand vekir.

Bi mebesta 21’ê Reşemî Roja Makezimanê yê Cîhanê ku ji hêla UNESCO ve hatibû îlankirin di Mavi Plaza de stand hate vekirin û li gel kitêbên edebiyat û gramera kurdî salnameyan jî cih girtin. Di standê de xwarinên herêmî û hinek curê şîrînî bo yarmetî pêdanê hatin firotin.

Standê ji welatiyan eleqeyek mezin dît û di dîwarên avahiyê de pankartên wek “Welat bê kurdî nabe”, “Ez Kurd im, bi Kurdi serfirazim.” “Welat bi Kurdi Xweşe”. Kurdi-Sibê jî ji ber rojê meşek li dar dıxe.


Terorîzma dewleta Tirk a ser zimanê Kurdî dewam dike

Li Tirkiyeyê Şaredariya Nisêbînê ya Mêrdînê navê 70 kuçeyan bi kurdî danî. Lê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê derbarê vê biryara şaredariyê de lêpirsîn da destpêkirin.

Meclisa Şaredariya Nisêbînê, biryar girt ku navên bi kurdî li 70 kuçeyan bike. Di nava navan de yên wekî “Zîlan”, “Botan”, “Baver”, “Egît” jî hene. Piştî ku ev nûçe di çapameniyê de derket, Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, bi hinceta ku ev “navên kod ên PKK’iyan e” lêpirsîn da destpêkirin.

Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan di 18’ê reşemiyê de daxuyaniyek dabû çapameniyê, diyar kiribû li gorî biryara Meclisa Şaredariyê li 7 taxan 70 kuçe çêkirine û ew ê navên kurdî-tirkî li kuçeyan deynin. Gokkan, gotibû ku biryara meclisê li benda erêkirina qaymeqamiyê ye.

Roja zimanê zikmakî


21ê Sibatê, Roja Zikmakî ya Navneteweyî ye. Di vê rojê de şahî ye. Xwendevan, mamosteyên wan, dê û bavên wan, govend digirin û vê rojê bi dilşadî pîroz dikin.
Zimanê zikmakî mafek mirovane ye. Ziman nasnameyê çêdike. Em bê zimanê dayîka xwe nikarin jîyaneke bi wate û birûmet bijîn.

Profesor Maria Borgström (1998) dinivîse, dibêje mirov nikare bê nasnameya xwe, jîyaneke bi wate û birûmet bijî. Li gorî wê mirov nikare bê nasname bijî. Nasnameya mirovî hebûneke birûmet e û ew rûmet di zimanî de ye.

Li gorî Unesco ji 6000 zimanan, 199 ziman ji aliyê 9-10 kesan ve tê peyvandin û bi qasî 200 zimanên dî jî, ber bi mirinê ve diçin. Zazakî yek ji wan zimanan e, ku ber bi mirinê ve diçe, ji lewre divê zazakî bê parastin. Goranî û lûrî jî, ber bi mirinê ve diçin. Divê ew jî bên parastin. Windebûna zimanan zirarê dide mirovahîyê.

Di sala 1999an de roja zimanê zikmakî ji aliyê UNESCO (FN) ve hate pejirandin û bû roja zimanê zikmakî yê navneteweyê .Di peyma xwe de sekretêra giştî ya YÛNÊSKO Îrîna Bokova amajê bi rola zimanê zikmakî dike di warê hevgihaştina mirovan de Bi gotinê rîzdarîya hemû zimana kilîta jiyana aşatane ye di navbera civatan de

NAVEROK