DERS 7 - DERSA 7'EMÎN / KÜRTÇE ÖĞRENİYORUM - FÊRÎ KURDÎ DIBIM

Aşağıdaki metni okuyun ve çevirin. Cümleleri sesli telafuz edin, not alın, bilmediğiniz kelimeleri diyalogların altındaki sözlükten öğrenin. (ÖDEV)

XWENDIN

ZOZANÊ ME;

Em biharan diçin zozanan. Keç û bûkên gundê me xwe dixemilînîn, li hespan siwardibin û berê xwe didin waran. Kar dikeve ser milên herkesî; şivan berê birên pez didin zozanan, berxivan jî berxan hêdî hêdî ber bi waran dikişînin. Gundî tiştên xwe li ker û hespan bardikin, dibin waran, baran datînin, konan vedigirin, hinek jî çeper û holikan çêdikin.

Roj dibe roja zarokan, ev roj ji bo wan wekî cejn e. Ew gulên pêşerojê dikevin nava mêrgên zozanan, deste deste gul, sosin û beybûnan dibistînin. Dengê zarokan, kalîna berxan û orîna golikan li hev diqelibin, dibe şadî û dikeve nava waran.

Ber bi nîvro gavan dewaran dajo nava waran. Zarok diçin çêlekan tînin û li ber konan girê didin. Jin, berê golikan berdidin bin mangan û dûv re didoşin. Gava gavan diçe mala xwe, şivan jî pez tîne bêriyê. Bêrîvan eyaşîran dikin tûran, didin pişta xwe, elban davêjin milên xwe, diçin bêriyê û pez didoşin, gava elban tijî dikin, tînin berdin eyaşîran. Li pey dotinê berxivan berxan berdide nav pez. Berx makên xwe dibînin, dikevin bin û dimijin. Ev jiyan îro ji bo min wekî xewn e.


Wateya peyvên Kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlami)

bihar : ilkbahar
baharan : ilkbaharlar /ilkbaharda
çûn : gitmek
Em diçin. : Biz gidiyoruz.
zozan : Yayla
keç : kız
bûk : gelin
xwe : kendi / kendini
xemilandin :süslemek /bezemek
xwe xemilandin : kendini süslemek
Keç xwe dixemilinin : Kızlar kendilerini süslüyorlar.
hesp : at
siwar bûn : binmek
Li hespan siwardibin. : Atlara biniyorlar.
Li ereban siwardibin. : Arabalara biniyorlar.
berê xwe : yönünü
war : yayla
dayin : vermek
didin : veriyorlar
Berê xwe didin waran. : Yönlerini yaylalara veriyorlar.
kar : iş
ketin : düşmek
dikeve : düşer
ser : üst
mil : omuz
kes : kişi
herkesî : her kese
şivan : çoban
bir : sürü
pez : koyun /küçük baş hayvan
birê pez : koyun sürüsü
berxivan : kuzu çobanı
berx : kuzu
hêdî hêdî : yavaş yavaş
ber bi : istikamete / doğru (bir yöne doğru)
dikişine : çekiyor
kişandin : çekmek
tişt : eşya / şey
tiştên xwe : eşyalarını / şeylerini
ker : eşek
bar : yük
barkirin : yüklemek
birin : götürmek
dibin : götürüyorlar
danîn : indirmek
datînin : indiriyorlar
kon : kıldan dokuma çadır
vegirtin : germek/ çadır kurmak.
çeper : çeper
holik : kulube /yayla evi / evcik
çêkirin : yapmak
çêdikin : yapıyorlar
roj : gün
roja : günü
zarok : çocuk
ev : bu
ji bo : için
ji bo wan : onlar için
wekî : gibi
cejn : bayram
ew : o / onlar
pêşeroj : gelecek
nav : iç / içine
mêrg : çayır
deste : deste /buket
sosin : susen (bir çeşit çicek)
beybûn : papatya
bistandin : dermek / sapıyla koparmak
dibistinin : deriyorlar
deng : ses
kalin : meleme / melemek
orin : böğürme böğürmek
golik : dana
nivro : öğlen / gün ortası
gavan : sığırtmaç / büyükbaş hayvan çobanı
dewar : sığır
ajotin : sürmek
dajo : sürüyor
çêlek : inek
anîn : getirmek
tînin : getiriyorlar
li ber : önünde
girêdan : bağlamak
girêdidin : bağlıyorlar
berê : önce
berdan : bırakmak
berdidin : bırakıyorlar
bin : alt
mange : inek
dûv re /dû re : sonra
dotin : sağmak
didoşin : sağıyorlar
mal : ev
Gavan diçe mala xwe : sığır çobanı evine gidiyor.
bêrî : koyun sağma yere
Şivan jî pez tîne bêriyê : Çoban da koyunları sağma yerine getiriyor.
bêrîvan : koyun sağan kadın
eyaşir : süt tulumu
tûr : kulplu yünden çanta /torba
dike : yapar
dike tûran : torbaya koyar
pişt : sırt
Dide pişta xwe. :Sırtına alıyor /sırtına veriyor.
elb : ağaçtan kova
avêtin : atmak
davêje : atıyor
milê xwe : koluna
Davêje milê xwe. : koluna atıyor.
diçin : gidiyorlar
tijî : dolu
tijî kirin : doldurmak
tijî dikin : dolduruyorlar
li pey : ardından
mak : anne
dîtin : görmek / bulmak
dibînin : görüyorlar
mîtin : emmek
dimijin : emiyorlar
jiyan : yaşam / hayat
xewn : rüya
di bin darê de : ağacın altında
rûniştin : oturmak
rûdine : oturuyor
firavin : öğle yemeği
xwarin : yemek (fiili)
dixwe : yiyiyor



RÊZIMAN

Dema niha (niho, nika olarakta kullanılır)

Türkçe’nin mastar kökü hem şimdiki zaman, hem de geçmiş zaman köküdür.

Örenek: “gitmek“ fiilinin kökü “git“ dir. “mek“ mastar takısıdır. “git“ kökü hem şimdiki hem de gelecek zaman kökü olarak kulanılır.


şimdiki zaman :geçmiş zaman
gidiyor : gitti

Kürtçe de mastarlı fiillerin kökü geçmiş zaman köküdür. Bu nedenden dolayı önce şimdiki zaman kökünü bulmak gerekir.
Örnek:“çûn“ fiilinin kökü “çû“ dür, “n“ mastar ekidir, “çû“ kökü aynı zamanda geçmiş zaman köküdür.

şimdiki zaman (s.z) :geçmiş zaman
Ez diçim. :Ez çûm

Kürtçede istisnalar hariç şimdiki zaman kökünü bulmanın da bazı kuralları vardır. Kürtçe bilenler emirkipi vasıtasıyla bulabilirler. Kürtçe’yi yeni öğrenenler ise beli kuralları kavramak zorunda.




1. ci grup “..an, ..ûn, ...în, ...istin, ...irin“ ile biten mastarlı fiiler de bu takıları kaldırdığında şimdiki zaman kökü elde edilir.

Örnek: Çûn: “ç – ûn“ bû fiilde şimdiki zaman kökü sadece “ç“ dir.

Kürtçe’de de türkçe gibi bir şimdiki zaman takısı kulanılır. Türkçe deki şimdiki zaman takısı “yor“ dur. Ve fiil kökünden sonra gelir “geli-yor.“
Kürtçedekî şimdiki zaman takısı “di“ edatidir. Bu edat fiilin şimdiki zaman kökünden önce gelir “di-ç“ fiil çekim esnasında tabii olarak kişi zamirlerinin takılarını da alır.


Têneper
Yekjimar (tekil) :Pirejimar (çoğul)
Ez diçim, :Em diçin
Tu diçî :Hûn diçin
Ew diçe :Ew diçin




“..an, ..ûn, ...în, ...istin, ...irin“ ile biten bazı fiillerin şimdiki zaman kökleri aşağıdaki tabelada sıralanmışlardır. Bu fiilleri yukardaki şimdiki zaman örnek çekimine göre çekimi yapın.


PÊHÎNÎ (alıştırma): 1

Mînak
Hespan, waran =
Li hespan siwarbûn û berê xwe dan waran. (Aynı cümleyi kullanın) (ÖDEV)

1-Keran, gund
2- Gayan (öküzler), bajar
3-Mangan çiyan,
4-Otobosê, Amed,
5- Balafirê (uçak), Almanyayê.
6- Keştî (gemi), Amêrîkayê,
7- Trên, Hewlêrê


PÊHÎNÎ 2

mînak: Elban tijî ......., ........., ........ eyaşiran
Elban tijî dikin, tînin berdidin eyaşiran

Şivan di bin darê de ..... (rûniştin) û firavina xwe........ (xwarin).
Jin berê golikan ........ (berdan) bin mangan û dûv re ..... (dotin)
Keç û bûk xwe ......... (xemilandin) li hespan ..........(siwarbûn) û berê xwe ......... (dayin) zozanan.
Gundî tiştên xwe li ker û hespan ........ (barkirin), ..... (birin) waran, baran ....... (danin), konan ......... (vegirtin),
Eyaşîrên di tûran de ....... (danin), elban ....... (girtin), ....... (ketin) nav pez û pez ....... (dotin),
Zarok ..... (çûn), çêlekan .....(anin) û li ber konan girê ...... (dayin)

(boşlukları doldurun) (ÖDEV)




PÊHÎNÎ 3

Şivan jî .. ... .... .. rûdine û ....... ... dixwe
Jin .... golikan berdidin .... mangan û … .. didoşin
Keç û bûk ...dixemilînin, .. hespan siwardibin û ..... ..... didin zozanan.
Gundî tiştên .... .. ker û hespan bardikin,
Eyaşîrên .. tûran .. datînin, elban digirin, dikevin ... pez
Zarok diçin çêlekan tînin û .. ... konan girê didin.
Ev roj .. .. wan wekî cejn e.
Berx makên ... dibînin, dikevin ... û dimijin.





DERSA 7'EMÎN JÎ BI DAWÎ BÛ

NAVEROK