DERS 8 - DERSA 8'EMÎN / KÜRTÇE ÖĞRENİYORUM - FÊRÎ KURDÎ DIBIM

RÊZIMAN
Cînava serbixwe /xweger (refleksiv/ dönüşlü zamir)
Xwe
Ez bi xwe, (ben kendim)
ew bi xwe, (o kendisi)
em bi xwe, ( biz kendimiz)
hun bi xwe (siz kendiniz)
têbini(not): yukarıda görüldüğü gibi “xwe“ refleksiv zamiri kişilere göre değişmez, Türkçe’nin tersine sürekli aynı kalır.



Daçek (edat)

Yalın yalın çifte edat

Li ser li ser - üstünde

Li ber(ön) bin(alt) di bin de (altta-tümden)

Li wir bi bi……re

Li pey(arka) nav (iç) di nav re (içinden)

Li bin (alt)
bo (için) ji bo (için)









DIYALOG


Şu dialogu bir kaç kez okuyun ve çevirin bana gönderin (ÖDEV) (önceki parçalardan alıntı olduğu için sözlük vermiyorum)

- Em biharan diçin seyranê,(geştê)hun çi dikin?
- Em jî diçin zozanan.
- Hûn li zozanan çi dikin?
- Em konan vedigirin, holikan çê dikin.
- Keça te diçe ku?
- Ew diçe bêriyê.
- Lê lawê te?
- Ew diçe zanîngehê
- Tu koçerî?
- Belê
- Pezê we heye?
- Erê.
- Ma zarok dikevin nav mêrgan?
- Belê, ew gulan dibistînin.
- Tu jî gulan dibistînî ?
- Belê ez di wî karî de dixebitim.
- Li mala we elb heye?
- Belê.
- Tu di elbê de pez didoşî?
- Na ez tenê mangan didoşim.
- Hespê te heye?
- Na, hespê min tine.
- Tu li hespê siwar dibî?
- Car caran.
- Eyaşîr çi ye?
- Çermê pez e, mirov şîr, av yan jî dew dikê.
- Berx çi ye?
- Çêlika miyê ye.
- Ma tu jî şivan î?
- Na ez xwendekar im.



RÊZIMAN(Dil bilgisi)

--Hevokên pirsê (soru cümleleri)


Kürtçede üç çeşit soru cümlesi kulanılır


1- Ses tonu ile, bu durumda ilk sözcük ile cümlenin son sözcüğü, ya da son sözcüğün son hecesi vurgulu okunur. Blirsiniz buralarda türkçe ye de geçmiştir bu durum.

Mînak:
Direk karşılığı : Anlamı

Tu kurd î? (Sen Kürt’sün? /Sen Kürt müsün?)
Tu li hespê siwar dibî? /Sen ata binersin? / Sen ata biner misin?)
Tu di elbê de pez didoşî? (Sen kovada koyun sağar mısın?)
Li mala we elb heye? (Evinizde kova var mı?)
Tu jî gulan distînî ? (Sen de gül alır misin?)




2- Soru takısı “ma” ile soru cümlesi yapılır. Bu soru cümlesinde soru takısı ile cümlenin son hecesi vurgulu okunur.

Minak:

Ma tu Kurd î? (Sen Kürt müsün?)
Ma tu li hespê siwar dibî?
Ma tu hînê Kurdî dibî? (Sen Kürtçe ögreniyor musun?)
Ma tu jî ji azadiyê hez dikî? (Sen de özgürlügü sever misin?)




3 – Soru sözcükleri ile sorü cümleleri kurulur. Bu durumda soru sözcükleri vurguludur. (Çi, kî, çima, ji bo çi, kîjan, kengî, gelo vs...)
Bunları zamanla öğreneceksiniz.

Mînak:
Eyaşîr çi ye? (Süt tulumu nedir?
Kî li hespê siwar dibe? (Kim ata biniyor?)
Tu çima Kurdî nizanî? (Sen neden Kürtçe bilmiyorsun?)
Elb ji bo çi çêbûye? (Kova ne için yapılmıştır?)
Te kijan pirtukê girt? (Sen hangi kitabı aldın?)



Pêhînî (alıştırma)

Şu cümleleri soru cümlesine çevirin. İlk iki yöntemle? 1.sini sözlü olarak 2.yöntemi yazılı olarak. (ÖDEV)

- Ew diçe bêriyê.
- Ew diçe zanîngehê
- Tu koçerî
- Pezê we heye
- Zarok dikevin nav mêrgan
- Ew gulan dibistînin.
- Tu jî gulan dibistînî
- Ez di wî karî de dixebitim.
- Li mala we elb heye.



----




VEXWENDIN (okuma) Metni çevirin (ÖDEV)

Postewan tê, derdixe, nameyeke dide min, ev ji xalê min tê. Ez bi dilhejî vedikim û bi lez dixwînim. Xalê min li Almanyayê dijî, ew min vedixwîne.

Dibêje; “were li vir di zanîngeha Alman de bixwîne. Ez berê radiwestim, difikirim, ramanek tê, ramanek diçe. Ev ji bo min vexwendineke dilhejî ye, mathîştekî dilinî ye. Li welatekî biyanî xwendin, zimanekî biyanî fêrbûn, bêgûman, hem dijwar û hem jî balkêş e. Ez bazdidim, ji diya xwe re mijarê vedibêjim:

“Dayê xalê min min vedixwîne Almanyayê!
Diya min berê kûr dirame, dibêje;
“Na, berxo, na!.”
Min diya xwe hembêzkir û got,
“Na dayê, ez naçim, li welatê biyanî naxwînim, dilê diya xwe naêşînim.”
Bevê min bi hêrs;

“Çima naçî, naxwînî, nabî xwediyê pîşeyeke bi nirx?”
Bi rastî ez dixwazim, tenê di ber dilê diya xwe re diçim.



Wateya peyvên Kurdî (Kürtçe sözcüklerin anlamı)
postewan : postacı
tê :geliyor
derxistin :çıkarmak
dedixe :çıkarıyor
name : mektup
nameyeke : bir mektup
xal : dayı
ji xalê min : dayımdan
bi : ile /la,le
dilhejî : heyecan
vekirin : açmak
lez : çarçabuk/ hızlı
xwendin : okumak
dixwinim : okuyorum
jiyan : yaşamak / yaşam
dijî : yaşıyor
vexwendin : davet etmek
vedixwine :davet ediyor
Ew min vedixwine : O beni davet ediyor.
gotin : söylemek
dibêje : söylüyor
were : gel (halk dili)
rawestan :durmak, durup kalmak, dikilmek
radiwestim : duruyorum
fikirandin /ramandin : düşünmek,mutala etmek
difikirim /diramim : düşünüyorum
mathişt /lalhişt : sürpriz
dilini : duygulu, heyecanlı
Li welatek biyani xwendin :yabancı bir ülkede okumak
biyanî : yabancı
bêguman : şüphesiz
dijwar : zor
balkêş : dikkat çekici, ilginç
Hem dijwar û hem balkêş e. : hem zor hem de ilginç.
bazdan : kaçmak
Ez bazdidim : ben kaçıyorum
mijare : konu
vegotin : anlatmak
Ez mijarê ji diya xwe re vedibêjim. :Ben konuyu anneme anlatıyorum.
kûr : derin
Diya min berê kûr dirama :Annem önce derin dalıyor (düşünüyor)
hembêzkirin : kucaklamak
Min diya xwe hembezkir. :Annemi kucakladım.
êşandin : acitmak
Dilê diya xwe naêşînim. : annemin yüreğini acıtmam.
pîşe : meslek
nirx : değer
xweiyê pîşeyek bi nirx : değerli bir meslek sahibi
rast : doğru
rastî : doğruluk
di ber dil re çûn : gönlü hoş etmek, gönlünü almak


----

DÎYALOG

şu diyaloğu birkaç kez okuyun ve çevirin. (ÖDEV)
(daha önce öğrendiğimiz kelimeleri hatırlamaya çalışın)

- Tu diçî zozanan?
- Na, ez naçim.
- Tu jî xwe dixemilînî?
- Na, ez wekî we xwe naxemilînim,
- Tu li hespê siwardibî?
- Na, ez li hespê siwarnabim.
- Tu mala xwe bardikî?
- Na, ez mala xwe barnakim?
- Tu bi Îngîlîzî dixwînî?,
- Na, ez bi Îngîlîzî naxwînim.
- Tu stranan dibêjî?
- Na, ez stranan nabêjim

NAVEROK